QAHÎRE
Hat ragihandin Qatarê xwest ku 7 kesên ji serokên Teşkîlata Birayên Misilman ên li Misrê (Îxwan) di nav hefteyekê de ji Qatarê derkevin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Qatarê xwest ku ev kes ji welêt derkevin:
Sekreterê Giştî yê Îxwanê Mehmûd Huseyîn, Endamê Lijneya Birêvebirinê yê Partiya Edalet û Hurriyetê (HAP) a ku şaxa siyasî ya Îxwanê ye Amr Derrac û Hamza Zoba, Endamê Konseya Bilind ê HAPê Eşref Bedreddîn, ji serokên Îxwanê û Wekîlê berê yê Wezareta Weqfan Cemal Ebdûlsettar, endamên Îxwanê waiz Îsam Telîme û Wecdî Gûneym.
Ji aliyê din ve Endamê Lijneya Birêvebirinê ya HAPê Derrac daxuyaniyeke nivîskî da û got ku Qatar di têkoşîna gelê Misrê ya li hember derbeyê de piştgirî da û pesnê vê yekê da. Derrac diyar kir ku rewşa ku herêm rûbirû mayê gelek baş fehm dikin.
Derrac got ku "Qatar bi awayekî herî baş muameleyî me kir. Hin serokên HAPê û yên Îxwanê yên ku ji wan xwestin ku ji welêt derkevin, ji bo ku Qatar nekeve rewşeke dijwar ev daxwaz qebûl kir."
Waiz Wecdî Gûneym jî li ser Youtubeya malpera parvekirinê daxuyaniyek da û da zanîn ku dê ji Qatarê derkeve. Gûneym spasiya gelê Qatarê kir û bêyî ku navê welatê ku dê biçe wir eşkere bike got "Erdê ku aidê Xwedê ye, fireh e."
Tu agahî nehat dayîn ka Qatar çima ji serokên Îxwanê dixwaze ku ji welêt derkevin.