04 Gulan 2017•Rojanekirin: 05 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan got: "Di rojên dawî de dîsa ji ser şexsê min û partiya min nîqaşek wiha dan destpêkirin. Ciwanên ezîz li ser navê min Berdevkê Serokomariyê diaxife. Ji ber vê yekê kesekî din nikare li ser navê min biaxife. Kî xeber bide hûn pê zanibin ku ew dixwaze fitnê bike nav civakê. Em ê firsendê nedin evana."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Mîhrîcana Ciwanan ya Stenbolê ya li Qada Yenîkapiyê ya Çalakiyan hat kirin bû û li vir wiha axivî: "Ciwanên me şeva 15ê Tîrmehê silava ku ji Ulubatli Hasan hat wergirt, wekî şêran li pêşiya tang, çek, balafir, helîkopteran sekinîn; îspat kirin ku ew layikê bav û kalê xwe ne. Hin jin him jî mêr...Ketin binê tangan ne wisa? Belê ketin binî. Hêviyên wan şikestin? Naxêr. Çima? Got ku 'Ez neviya Nene Xatûnê me.' Gotin çi? Gotin em neviyê Fatîh in."
- Ciwanên me jehrî kirin
Erdogan bal kişand ser rêxistinên terorî û wiha dewam kir: "Eha FETO, ji aliyê din ve PKK, li aliyên din rêxistinê terorî ciwanên me jehrî kirin. Derbeyeke mezin li paşeroja welatê me xistin; lê belê ew ê tu carî biser nekevin. Ji kana me qismeka mezin badil hewa bû. Niha em bi lez û bez telafiya vê dikin."
- Li ser navê min Berdevkê Serokomariyê diaxife
Erdogan ez car caran dibîninm ku li ser medyaya civakî nîqaşên bela sebeb çêdibin û wiha dewam kir:
"Di rojên dawî de dîsa ji ser şexsê min û partiya min nîqaşek wiha dan destpêkirin. Ciwanên ezîz li ser navê min Berdevkê Serokomariyê diaxife. Ji ber vê yekê kesekî din nikare li ser navê min biaxife. Kî xeber bide hûn pê zanibin ku ew dixwaze fitnê bike nav civakê. Em ê firsendê nedin evana. Li ser medyaya civakî lîstikên wiha tên lîstin, baldar bin baweriya xwe bi wan neynin. Lewra em bo dilê 80 milyonî bi me ra be hewl didin. Îro kesên ku bi me ra nameşin dibe ku sibê bigihên me. Em ê bo em jî beşdarî me bibin hewl bidin. Heta îro me kesî ji xwe kêmtir nedît, ji xwe dûr nexist."
- Pêdiviya me bi ciwanên ku li gor fikr û ramanên xwe tevdigerin heye
Serokomar Erdogan bang li ciwanan kir got: "Pêdiviya me ne bi ciwanên ku îradeya wî di destê ev, ew rêxistinê de ye an di destê filan kes bêvan kes de ye nîne, pêdiviya me bi ciwanên ku bi fikr û ramanên xwe tevdigerin heye."