ANKARA
Serokomar Abdullah Gul, Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinçê ku ji ziravê xwe hat emeliyetkirin ziyaret kir.
Arinç serdana Gul li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir û bibîrxist ku roja sêşemê li Nexweşxaneya Guvenê ya Enqerê ji ziravê xwe hat emeliyetkirin.
Arinç diyar kir ku piştî tedawiyê hat tabûrcîkirin û wiha got: "Birêz Serokomarê me Abdullah Gul îşev ji bo serdanê hatin mala min. Ji bo vê serdana xweş ez spasiyên xwe pêşkêşî Birêz Serokomarê me dikim."
Arinç, wêneyek xwe û Serokomar a der barê ziyaretê de parve kir.