Serokomar Abdûllah Gul li Kilîsê walîtiyê ziyaret kir û li wir bersiva pirsên rojnamevanan da. Serokomar Gul der barê biryara Dadgeha Desturê ya duh de got ku "Ez der heq dosyayeke ku her kesî cuda cuda li dinêrî de biryardayîna hevpar gelekî girîng dibînim."
Serokomar Gul wiha axivî: "Ez biryarê ji bo muteberiya serdestiya hiqûqê û muteberiya standartên hiqûqa navneteweyî ya li Tirkiyeyê girîng dibînim."
Beşa Yekemîn ya Dadgeha Destûrê, duh bi hinceta ku girtîbûna wan ji maweya diyarkirî derbas bûye û îhlala mafên hilbijartinê, Dadgeha Bilind serlêdana parlementerên CHPê Mûstafa Balbay û Mehmet Haberal mafdar dît. Dadgeha Bilind biryar da ku 5 hezar lîre tazmînata manewî bidin Balbay.