ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û AK Partiyê ji ber nivîsên ku di 3 û 20ê sibata 2012an de hatibûn weşandin li dijî nivîskar Yildiray Çîçek û rojnameya Ortadogûyê doz vekiribûn. Di encama dozê de biryar hat dayîn ku nivîskar Yildiray Çîçek û Rojnameya Ortadogûyê bi tevahî 6 hezar lîre tezmînatê bidin Erdogan û AK Partiyê.
Doz li Dadgeha Hiqûqê ya Eslî ya 15mîn a Enqereyê hat kirin. Parêzerê Erdogan Bûrhanettîn Sevencan û parêzerê Çîçek Yuksel Evcî beşdarî rûniştinê bûn.
Parêzerê Erdogan di rûniştinê de diyar kir ku heqaret li xwespêrê wî hatiye kirin û ji ber vê jî divê doz bê qebûlkirin.