10 Mijdar 2019•Rojanekirin: 11 Mijdar 2019
Bi minasebeta sala 81emîn a koça dawiyê ya damezirînerê Komara Tirkiyeyê Xazî Mustafa Kemal Ataturk li Meclisê merasim hat lidarxistin.
Wekîlê Serokê Meclisê Levent Gok, Sekreterê Giştî yê Meclisê Mehmet Ali Kumbuzoglu, wekîlên serokê Koma AK Partiyê Bulent Turan û Cahit Ozkan, Wekîlê Serokê Koma IYI Partiyê Musavat Dervişoglu, amîrên Îdarî yên Meclisê Parlamenterê AK Partiyê yê Enqereyê Orhan Yegin û Parlamenterê MHPyê yê Enqereyê Erkan Haberal, parlamenter, brokrat û xebatkarên Meclisê beşdarî merasimê bûn.
Piştî ku Wekîlê Serokê Meclisê Gok çeleng danî ber Abîdeya Ataturk, di 09.05an da, ku saeta wefata Ataturk e, sîrenê lê da û herwiha piştî rawestana rêznîşandanê Sirûda Îstiqlalê hat xwedin.
Piştî merasimê jî polêsên girêdayî Serokatiya Daîreya Parastina Meclisê li ber Abîdeya Ataturk nobeda rêznîşandanê girtin.
-Avakerê Komara Tirkiyeyê Serokê Mezin Mustafa Kemal Ataturk di 81emîn salvera mirina xwe da li çar aliyê welêt tê bibîranîn.
Li Îzmirê Meydana Cumhuriyetê merasimeke bibîranînê hat lidarxistin.
Waliyê Îzmirê Erol Ayyildiz, Şaredarê Şaredariya Mezin Tunç Soyer, Fermandarê Artêşa Egeyê Korgeneral Alî Sîvrî, nûnerên partiyên siyasî, esker û welatî beşdarî merasimê bûn.
Rayedaran çelengeke kulîlkan danîn li ser abîdeyê, dema saet bû 09.05 ku saeta Ataturk miriye sîrenê lêxist û komê li ser piyan rêz girt.
Di vê keliyê da di trafîkê da hatin û çûyîn sekinî, welatiyan qorneya wesayîtên xwe xistin, keştiyên nêzîkî qeraxê jî sîrenê xistin.
Piştî ku Sirûda Îstiklalê hat xwendin û ala heta nivî hat berjêrkirin kom belav bû.
- Stenbol
Li Stenbolê jî Mustafa Kemal Ataturk hat bibîranîn.
Li Meydana Taksîmê li ber Abîdeya Cumhuriyetê ya Taksîmê merasimek hat lidarxistin.
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Şaredarê Şaredariya Mezin Ekrem Îmamoglu, Fermandarê Artêşa 1emîn Orgeneral Musa Avsever, nûnerên partiyên siyasî, esker û welatî beşdarî merasimê bûn.
Dema saet bû 09.05 sîrenê lêxist û komê li ser piyan rêz girt.
Walitiya Stenbolê, Şaredariya Mezin a Stenbolê, Fermandariya Artêşa 1emîn, saziyên din û partiyên siyasî çeleng danîn li ber abîdeyê.
Piştî ku Sirûda Îstiklalê hat xwendin û ala heta nivî hat berjêrkirin merasim dawî bû.
Midûrê Ewlehiyê yê Stenbolê Mustafa Çalişkan, Serokê Bajêr ê Stenbolê yê CHPyê Canan Kaftancioglu, Serokê Bajêr ê Stenbolê yê ÎYÎ Partiyê Bugra Kavuncu, xazî û gelek kes beşdarî merasimê bûn.