Şofêrên tankeran ên ji ber ku destûrnameyê ya ji bo sotemeniyê bikşînin nayê dayîn rêya Silopî û Cizîrê girtibûn, çalakiya xwe 10 rojan dan sekinandin.
Komeke şofêran ji bo ku daxwaza wan bê cih, bi Qaymeqamê Silopiyê Suat Demîrcî û Fermandarê Garnîzonê Tuggeneral Ufuk Ekîncî re hevdîtinek kir.
Piştî hevdîtinê Mehmet Alî Nayirê şofêrê tankerê daxuyaniyek da û got ku wan 10 rojan navber dane çalakiya xwe.
Nayir got ku heke pirsgirêk neyê çareserkirin ew ê cardin dest bi çalakiya xwe bikin.
Dema ku çalakî qediya piştî 11 saetan rê hat vekirin.