09 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Stranbêj Îbrahîm Erkalê ku li otoparka mala mala xwe bêhiş hatibû dîtin û ji ber ku xwîn pijiqî bû mêjiyê wî rakiribûn nexweşxaneyê û ev demek bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin, wefat kir.
Doç. Dr. Necdet Saglamê Rêvebirê Nexweşxaneya Lêkolînê ya Umraniyeyê ya Erkal lê dihat tedawîkirin ji nûçegihanê AAyê re wiha axivî: "Îro mêjiyê Erkal sekinî. Erkal li beşa nexweşiyên giran de ye û hê dil û organên wî yên din dixebitin."
Erkal di 12ê Nîsanê de li otoparka mala xwe bêhiş hatibû dîtin. Erkal ev demek bû li nexweşxaneyekê taybet dihat tedawîkirin; lê li ser daxwaza malbata wî sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Umraniyeyê hatibû kirin.