09 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
TBMM
Parlementeriya Nursel Aydogana Parlementera HDPê ya Diyarbekirê, ket.
Lijneya Giştî ya TBMMyê bi serokatiya Cigîrserok Ahmet Aydin civiya. Aydin berî nirxandina rojevê tezkereya derbarê biryara dadgehê ya derheqê Nursel Aydoganê de ya teqez bû, da xwendin.
Di tezkereyê de hat bibîrxistin ku biryara dagehê ya derheqê Aydoganê de ku propagandaya rêxistina terorî kiriye teqez bû.
Herwiha hejmara kursiyên HDPê yên li meclisê daket 57an.