03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
Temelê Santrala Nukleerî Akkuyuyê bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hat avêtin
Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn ji bona Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê wiha got: "Em dixwazin di sala 2023yan da bloka vejenê ya ewil bikeve dewrê."
Serokomar Erdogan: "Îro him ji bona pêşketina welatê me û him ji bona hevkariya vejenê ya bi Federasyona Rûsyayê ra em şahidiya demeke dîrokî dikin."
Erdogan: "Em biryardar in ku bi Rûsyayê ra di warê meseleyên herêmî da hevkariya xwe her roj zêde bikin û berdewam bikin."
Erdogan: "Dema ku Akkuyu bi hemû ûniteyên xwe ket dewrê dê bi tena serê xwe ji sedî 10 hewcehiya ceyranê ya welatê me pêk bîne. Bi vî awayî emê sepeta vejena xwe ya ku bêtir xwe dispêre neft, xaza siruştî û komirê baştir bikin."
Xîmê Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê bi beşdariya Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn hat danîn.