Fatih Gazioğlu
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
ANKARA
Li Enqereyê ji ber hatina Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî hin tedbîr hatin hildan. Di vê çarçoveyê de li Enqereyê 4 hezar polês hatin wezîfedarkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hildan, Putîn û Rûhanî wê li Enqereyê bi pêşengiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bicivin.
Putîn û Rûhanî wê du rojan li Enqereyê bimînin. Polêsan ji bo ewlehiya herdu serokan li derûdorên otelên ku wê bimînin tedbîr hildan.
Qatên otelê yên ku wê serok lê bi cih bin bi temamî hatin girtin û li ser kolan û kuçeyên nêzî otelelê jî tedbîr hatin hildan.
Polêsan hin cihên kontrolê ava kirin. Li serê kuçeyên derûdorên otelê rêwî û wesayît ewil wê bên kontrolkirin û piştra wê bên hildin.
Polêsên hereketa taybet jî wê li ser avahiyên bilind wezîfeyê bikin. Ji bo ewlehiya serokan du rojan nêzî 4 hezar polês wê wezîfedar bin.