12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 13 Mijdar 2015
HEWLÊR
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê Cebar Yawer der barê operasyona rizgarkirina Şingala navçeya Mûsilê ya ku di destê DAEŞê da ye daxuyanî da û wiha got: "Tenê pêşmerge di operasyona rizgarkirina Şingalê da cî digirin. Ji xeynî hêzên Hikûmeta Kurdistanê tu hêz nikare tevlî vê bibe."
Yawer li ofîsa xwe ya li Hewlêrê der barê operasyona rizgarkirina Şingalê û geşedanên di rojevê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Yawer destnîşan kir ku dixwestin operasyona Şingal û Mûsilê bi hev ra bên kirin û wiha dewam kir: "Lê artêşa Iraqê amade nebû. Heger pêşiyê Mûsil bihata xilaskirin wê terorîstên DAEŞê ji Şingalê derketana û wê pêşmerge zirarê nedîtina. Ji ber vê jî operasyona Şingalê zû dest pê kir."
Yawer diyar kir ji ber ku operasyona Mûsilê bi derengî ket operasyona Şingalê dest pê kir û wiha xeberda: "Artêşa Iraqê li Ramadî û herêmên din e. Ji ber vê jî operasyona Şingalê dest pê kir. Pêşmerge dixwazin di demeke kurt da Şingalê ji terorîstên DAEŞê xilas bikin. Pêşmerge li bakur, rojava û rojhilatê Şingalê ne. DAEŞ jî rojavayê bakurê Şingalê ne. Hêzên hikûmeta navendî li vir tunene. Hikûmeta Iraqê daxilî operasyona Şingalê nîne."
Yawer li ser îdiayên ku PKKyê ji Sûriyeyê hêzeke mezin a leşkerî aniye wiha xeberda: "Tenê pêşmerge operasyona Şingalê dikin. Wek mayîn ez naxwazim bikevim nîqaşên siyasî. Qesta min hêzên Wezareta Pêşmergeyan û Hikûmeta Kurdistanê ye. Hêzên taybet en zêrevan, polês û şervanên dildar jî di nav da ne. Wek mayîn hêzên din tunene."
- Ji sedî 5ê ciyên ku kurd lê dijîn di destê DAEŞê da ye
Yawer diyar kir ku xeta şerê bi DAEŞê ra ji Xeneqîna navçeya Diyalayê dest pê dike û heta Şingalê dewam dike û wiha got: "Ev xet hezar 50 kîlomêtro ye. DAEŞê Ramadî, Mûsil û Selahedînê bi dest xist û nêzî Bexdayê bû. Li Kerkûk û Mûsilê jî hin herêmên di destê pêşmergeyan da wergirt. Pêşmergeyan ji 2014an vir va hewl da û hin ciyan ji destê rêxistinê derxist. Ji sedî 5ê ciyên ku kurd lê dijîn di destê DAEŞê da ye. Ev der jî Şingal, Başika û hin gundê Guwerê ne. Wek mayîn herêmên din hatine xilaskirin."
Yawer diyar kir ku nîqaşên siyasî yên di navbera partiyên siyasî da zirarê neda pêşmergeyan û wiha got: "Heta berevajiyê vê nîqaş çiqas mezin dibûn pêşmerge ewqas diçûn ser DAEŞê û pêşva çûn."
Yawer destnîşan kir ku hêza DAEŞê şikestiye û wiha got: "Lê hê neqediyaye. Ji Ramadiyê heta Reqayê herêmeke mezin di destê DAEŞê da ye. Bi qaçaxî neftê difiroşe û bacê distîne. Lê gor sala 2014an hêza wê şikestiye. Heta ku li Iraq û Sûriyeyê hebe ji bo Kurdistanê jî talûke ye."
- "Hevdîtinên me bi Rûsyayê ra çênebûne"
Yawer diyar kir ku erênî li midaxeleya Rûsyayê û hevlbendên wê dinihêrin û wiha xeberda: "Bi vî awayî eniya li dijî terorê mezin dibe. Lê divê armanc tenê DAEŞ nebe û nebe reqebeteke siyasî. Ji bo alîkariya pêşmergeyan bikin hevdîtinên me bi Rûsyayê ra çênebûne. Têkiliya me bi hevkariya di navbera 4 dewletan da tuneye."
- Îdiaya ku ji Îsraîlê çek wergirtine
Yawer li ser îdiayên çapemeniya ereban ku dibêjin Îsraîlê çek daye Herêma Kurdistanê wiha got: "Eşkere yan jî veşartî têkiliya me bi Îsraîlê ra tuneye. Rê tuneye ku ji me ra çek bişînin. Heger ji bejayê va werin divê ji Tirkiye, Îran û Ummanê yan jî ji Iraqê derbas bibin. Ji deriyên Iraq, Tirkiye û Îranê heta niha ji Kurdistanê ra çek nehatine. Wek mayîn Rêhwa dimîne ku ew jî di destê hikûmeta navendî da ye. Bêyî destûra Bexdayê balafirên leşkerî yan jî sivîl nikarin daynin balafrgehên Hewlêr û Silêmaniyê. Di van şertan da balafira ku ji Îsraîlê rabe bêyî destûra çawa dikare were Kurdistanê?"