01 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
TUNCELÎ
Hat ragihandin ku 7 terorîst li Tûnceliyê hatin berterefkirin, di nav wan terorîstan da kujerê Yavuz Sonat Guzelê Serdar ê hatibû şehîdkirin jî heye.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku di 2yê hezîranê da li çil û çiyayên Tûnceliyê 7 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li ser cesedê terorîstan xebata DNAyê hat kirin û daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Li ser cesedê 7 terorîstan xebata DNAyê hat kirin, di encama lêkolînê da hat tesbîtkirin ku DNAya terorîst Denîz Duzgunê bi navê 'Mazlûm Karakoçan' dihat zanîn û DNAya kesê ku Yavuz Sonat Guzelê Serdar şehîd kiribû hevdu digrin. Bi vî awayî eşkere bû ku Duzgunê terorîst Guzel şehîd kiriye."
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku xebatên li dijî terorîstan dewam dikin.