23 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
WASHINGTON
Wezareta Karên Derve ya DYAyê eşkere kir ku Tirkiyeyê bi awayekî fermî daxwaz kiriye ku Fethullah Gulenê serokê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bê îadekirin.
Mark Tonerê Berdevkê Wezareta Karên Derve di brîfînga xwe ya rojane de bersiva pirsên der heqê îadekirina Gulenê serokê FETOyê da.
Hat pirsîn ku gelo tu rojanekirina Tirkiyeyê ya der heqê daxwaza îadekirina Gulenê ku li Pensîlvanyaya eyaletê DYAyê dijî heye yan na got ku "Em dikarina teyît bikin ku Tirkiyeyê îadeya Gulen xwest."
Toner diyar kir ku di vê merhaleyê de dê belge û metaryalên der heqê îadeyê de binirxînin û da zanîn ku daxwaza navborî der heqê teşebûsa derbeyê ya di 15ê temûzê de nîne.
Toner destnîşan kir ku der heqê daxwazê de niakre ku bêtir agahî bide û got ku ji bilî teşebûsa derbeyê "ji ber sedemên din" îadeya Gulen tê xwestin.