Ahmet Aydın
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ANKARA
Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag, ragihand ku piştî erdheja li Iraqê ji Mûşê hezar çadir, ji Diyarbekirê 4 hezar bettanî ber bi Deriyê Sînorî yê Xabûrê ketine rê û ji Heyva Sor a Tirkiyê jî 3 hezar çadir, 3 hezar bettanî û TIReke xwarinê bi lezgînî şandine herêmê.
Bozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê erdheja li Iraqê de agahî da û got wek Tirkiyê tiştê dikeve ser milê wan bicih tînin.
Bozdag, destnîşan kir ku Tirkiye ji bo xebatên lêgerîn, xelaskirin û dermankirina birîndaran demildest hereket kir û wiha agahî da:
"Ji bo gihandina herêma erdhejê ji Mûşê hezar çadir, ji Diyarbekirê 4 hezar bettanî ber bi Deriyê Sînorî yê Xabûrê ketine rê û ji Heyva Sor a Tirkiyê jî 3 hezar çadir, 3 hezar bettanî û TIReke xwarinê bi lezgînî şandine herêmê. Wesayitên ku dê îhtiyac bi wan çêbibe û personelê ku dê beşdarê xebatên lêgerîn û xelaskirinê bibin hatine amade kirin û ji bo cihê bûyerê hatine şandin. Tirkiye, ji bo xelaskirina yên di binê enqazan de, dermankirina birîndaran û gihandina arîkariya însanî li cem Iraqê ye. Tirkiye û xelkê wê, hem bi gotinê hem jî bi emelî li cem xelkê herêmê û Iraqê ye."