TBMM
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Koma Partiya xwe de behsa rêhevaltî û biratiyê kir.
Erdogan wiha axivî: "Li gor rêhevaltî û biratiyê em meseleyên xwe di navbera xwe de diaxivin û çareser dikin. Yên ku Partiya AKê, hezkirina gel bidestxistinê hêviya xwe birîne niha li dû tiştên din ketine. Bila tu kes qisurê nenihêre ev rebenî ye. Partiya AKê dê tu carî derfetê nede daxwazên van. Ev hereket, ev doz, birayên min ên partiyê dê nehêlin ku ew bigihêjin armanca xwe."
Em dê destûrê nedin ku waliyên me pîçûk bê dîtin
Erdogan dema ku ji meclisê derket pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa der barê Waliyê Huseyîn Avnî Coş yê ku welatiyekî re gotinên baş negotibû de wiha got: "Ez bi zelal û eşkere bibêjim ku tevgera vî hevalê me nebaş bû. Lê çapemenî jî çima tevgerên li hember walî nanirxîne."
Erdogan diyar kir ku bi gotinên "hikûmet îstifa", "Xwedê bela xwe bide te" ve heqaret li Waliyê Adanayê hatiye kirin û wiha got: "Li hember van tiştan ew jî mirovek e. Rabû û tiştekî wiha got. Helbet ez gotina wî ya li wir naecibînim. Ji ber wê jî min telîmat da Wezîrê Karê hundir ku lêkolînê bikin. Lê bila qisûrê nenêhêrin. Li hember van gelek tiştan em destûr nadin ku waliyên me jî piçûk bên dîtin."
"Di bernameya me de leşkeriya bibedel tuneye"
Serokwezîr Erdogan der barê teklîfa CHPyê ya ji bo leşkeriya bipere de jî wiha axivî:
"Ev pir tewş e. CHP li gor xwe dixwaze bikeve pêşbaziyekê. Em her tiştê xwe ji Hêzên Çekdar ên Tirk dibêjin û fikrên wan jî distînin. Dikevin pêşbaziyeke 6 mehan. Ev hemû nêrînên siyasî ne. Yanî benda dengan in. Lê der barê leşkeriya bipere de Hêzên Çekdar ên Tirk erênî nafikirin. Ji ber vê di bernameya me de leşkeriya bibedel tuneye."
Rojnamevanekî ji Erdogan wiha pirsî: "We li ser kursî peyam da lê gelo hevdîtineke we û Bulent Arinç çêbû an dê çêbibe?" Erdogan wiha got: "Ji kerema xwe bihêlin ku em wan di navbera xwe de biaxivin."