12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 12 Mijdar 2015
SÎÎRT
Li Sêrtê ekîbên polêsan li ser îxbara welatiyan, li baxçeyeke fistiqan gelek çek û cebilxaneya amade yên rêxistina terorê PKKyê bi dest xistin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê li ser îxbarekê, operasyon birin ser baxçeyekî fistiqan a li nêzîkê Yenî Çevreyoluyê û di hundirê çewalên veşartî de 3 kalaşnîkof, 10 bombeyên destan, 1 roketavêj, 10 roketên antîtank, 5 roketên antîpersonel, 15 motorên sewqê, 9 jê tijî 11 şarjorên kalaşnîkofan, 2 hezar û 500 fîşengên kalaşnîkofê û 10 bêtêlên destan qefaltin.
Midûrê Ewlekariya Bajêr li Midûriyeta Ewlekariyê li ber çek û cebilxaneya qefaltî daxuyanî da rojnamegeran û got ku bi piştgiriya welatiyan û xebata hûr û kûr a ekîbên polêsan çek hatin qefaltin.
Ozkan bal kişand ku welatî gelekî rehet dikarin guhê polêsan bi rewşên şikber bixin û wiha pê de çû, "Ev operasyon dide nîşan ku ka di encama operasyonên dawîn ên dewletê de ewlekariya welatiyan çiqasî zexm bûye. Ligel pêzanîna ji jêderan, ev encam a xebat û fedakariya şaxên me yên îstixbarat û terorê ne."
Ozkan bal kişand ser 3713 Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê û got kesên ku faîlan îxbar bike an jî di qefaltina wan de bibe alîkar, Wezareta Karên Navxwe dê xelatê bide wan û wiha dewam kir, "Welatiyên ku ji çalakiyên terorê aciz bûne, spasiya me kirin. Ez wisa texmîn dikim ku ev îxbar dê bidomin."