Önder Beyter
14 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2020
Li bajarokê Begendikê yê Perwariya navçeya Sêrtê, bi saya veguhestina rihet a Pira Begendikê (Botan) ku îsal çêkirina wê xilas bû û ket fealiyetê û her wiha xeta Wan-Tetwan-Bidlîs û Sêrt-Mêrdîn-Batmanê digihîne hev, welatî kêfxweş in.
Pira Begendikê ku li ser Çemê Botan hat çêkirin û pira herî bilind a Tirkiyeyê ye, maweya sehayeta ji Wanê bo Perwariyê ji 5 saetan daxist 2 saetan.
Welatî Zafer Erdogan li ser vebûna pirê wiha xeberda, "Li ser vê rêya ku em berê zehf bi zehmetî diçin û dihatin, pireke bi vî rengî hat çêkirin û rê hat asfaltkirin. Lewma jî em wekî ajokar zehf kêfxweş in. Dewleta me berhemeke zehf bedew çêkir."
Welatî ji ber rihetiya Pira Begendikê kêfxweş in
Cemal Tomris jî diyar kir ku ew li benda wê rojê bûn ku Pira Begendikê bikeve xizmetê û wiha dewam kir, "Berhemeke zehf rind hat çêkirin. Gelê herêmê ji ber vê veberhênanê serbilind e."
Şaredarê Begendikê Gurgun Ozdemir jî diyar kir ku ew rengvedanên erênî yên projeya rê û pireyê dibînin.