İbrahim Atmaca
14 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2020
Di doza sekinandina TIRên MÎTê da dozgerê komarê derheqê bersûcê firar Can Dundarê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê yê berê da ji ber sûcên "sîxuriya siyasal an jî eskerî" û "alîkariya rêxistina terorê" ji 22 sal û 6 mehan heta 35 salan cezayê hebsê xwest.
Rûniştin li Mehkemeya Cezayê Giran a 14em a Stenbolê hat kirin, parêzer Abbas Yalçin temsiliya bersûcê firar Can Dundar kir.
Di rûniştinê da dozgerê komarê li ser dosyeyê mitalaya xwe pêşkêşî mehkemeyê kir.
Di mitalayê da hat gotin ku bersûc agahiyên ku weke razên dewletê ne peyda kirine û bi rêya çapemeniyê bela kiriye û bi vê ji rêxistina terorê ya çekdar FETO-PDYê ra seba armancên Komara Tirkiyeyê, îqtidara siyasal û Serokatiya MÎTê xizmet kiriye û bi vî hawî sûc kiriye.
Dozgeriyê di mitalayê da ji bo bersûcê firar Can Dundar ji be sûcên "sîxuriya siyasal an jî eskerî" ji 15 salan heta 20 salan û ji ber sûcê "alîkariya rêxistina terorê" ji 7 sal û nîvan heta heta 15 salan cezayê hebsê xwest.
Ji ber ku parêzerên bersûc dem xwestin ku dijî mitalayê gotinên xwe beyan bikin, mehkemeyê daxwaz qebûl kir û doz taloq kir.