03 Adar 2016•Rojanekirin: 04 Adar 2016
ANKARA
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên Midûriyeta Giştî ya Karên Welatiyan û Nifûsê ya Wezareta Karên Navxweyî wergirt, li Kirikkaleya ku wek herêma pîlot hatiye eşkerekirin wê di 14ê adarê dest bi belavkirina nasnameyên nû bikin.
Welatî wê serdanên xwe yên ji bo nasnameyên teze ji ser malpera "e-kimlikrandevu.nvi.gov.tr" yan jî têlefona 199 bi randewû û yan jî bê randewû li midûriyetên nifûsê bikin. Piştî ku bi wêneyên biyometrîk serî li midûriyetên nifûsê xistin wê nasname li Midûriyeta Giştî ya Karên Welatiyan û Nifûsê bên çapkirin û bi kargoyê bişînin navnîşana welatiyan.
Agahiyên li berga pêş û paş a nasnameyê li gor standardên ICAO 9303-3 ên Rêxistina Hewayî û Sivîl a Navneteweyî cî digirin. Nasnameyên teze ji ber agahiyên ku tê da ne di ciyê karta gerê û li welatên ku vizeyê naxwazin jî dikeve ber belgeya gerê.
Ji ber agahî û taybetiyên di nasnameyan da nasnameyên teze bi tu awayî nayên teqlîdkirin