BRÛKSEL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Jose Manûel Barroso û Serokê Konseya YEyê Van Rompûy bi hev re civîna çapemeniyê kirin û serokwezîr li vê derê got: "Tevî hemû xebatên me, ev 3 sal û nîvek e ku pêvajoya lihevrûniştina me û YEyê di asteke sekinandî de ye."
"Dîmenên li Sûriyeyê me aciz kirin"
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan derbarê mijara li Sûriyeyê de jî wiha dewam kir: "Ew 55 hezar wêneyên ku duh di televizyonan de cih girtin, rastiya hovîtiya mirovahiyê, qirkirinê û komkujiya ku li Sûriyeyê diqewime derxistin holê. Bi rastî jî van wêneyan em pir aciz kirin. Lazim e ku mirovahî êdî ji bo Sûriyeyê tevbigere û gavên ku ji bo Sûriyeyê divê bên avêtin, demildest bên avêtin. Ez vê yekê careke din, li Brûkselê bi bîr dixim. Ev wêneyên ku beriya Konferansa Cenewre-2yê derketin holê, em hêvî dikin ku bandoreke erênî li ser biryaran bike. Lewra piştî van wêneyan heke em siyasetmedar tiştekê nekin, ev jî nîşan dide ku em berpirsiyariya xwe bi cih naynin."