27 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, wêneyên malên ku mensûbên PKKya rêxistina terorê xerab kirine hatin kişandin.
Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derva, ji bo girtina mensûbên PKKya rêxistina terorê, îmhakirina teqemeniyên veşartî, dagirtina çalan, rakirina barîkatan Hêzên Çekdar ên Tirk û hêzên emniyetê ji 14ê adarê pê va operasyonê dikin.
Di operasyonê da 13 terorîstên din hatin kuştin. Bi vê hejmara kuştiyan derket 95an. Teqemeniyên ku hatin îmhakirin jî bûn 215.
Pevçûn herî zêde li taxên Dîcle, Firat û Abdulkadîrpaşayê dewam dikin. Li van taxan û taxên din wêneyên malên ku terorîstan xerab kirine hatin kişandin.
Di wêneyan da tê xuyanê ku terorîstan mal wek "biryargeh" bi kar anîne, bi kevirên peyarêyê û wesaîtên ku xesp kirine va barîkat çêkirine.