BURSA
Xwişka Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan ji bo hevdîtina kekê xwe çûbû Girava Îmraliyê û ji wir vegeriya û hat Gemlîkê.
Fatma Ocalan got ku "Min birayê xwe baş dît. Der barê pêvajoyê de tiştek negot. Tenê got ku 'Pêvajo hêj tam diyar nîne. Hêj ji hikûmetê kesî bi min re xeber nedaye."
Ocalan pişt re bi keça xwe Dîlek Ocalan, Vesîle Taş û Elvan Çama xwişkên girtiyê din Cumalî Karasu, Felek Cizlaşmaz a xizma Şeyhmus Poyraz re ji navçeyê çû.