26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku divê di çarçoveya lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê da ji Kobanê vekişe hê jî li wê derê tunelan vedike û çalan dikole.
Tirkiye û Rûsyayê di 22yê Cotmehê da li ser mutebeqatê li hev kirin û li gor wê jî divê YPG/PKK saet ji 12.00ê 23ê Cotmehê pê va di nav 150 saetî divê ji ser xeta sînorê Tirkiyeyê bi qasî 32 kîlometre dûr vekişe. Ev dem di saeta 18.00 a 29ê Cotmehê da wê biqede.
Gorî agahiyên çavkaniyên ji Kobanê ya ku li hemberî Sirûca navçeya Rihayê dikeve, dan terorîstên li navçeyê li alî başûrê navçeyê tunelan vedikin û çalan dikolin.
Endamên rêxistinê çalên ku vekirine bi neft û lastîkan tijî dikin û ew çal û tunel bi qasî 18 kîlomtre ji sînorê Tirkiyeyê dûr in.
Xeta ku gundên Kana, Duweyrat, Dirbasa û Şuyuhê li serê cih digirin li bakurê rêya M4ê dikeve.
AAyê dîmenên xebatên kolandina çal û tunelan a YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku li Minbic û Kobanê hatibûn vekirin jî di Berfanbara sala 2018an da û 15ê Nîsana 2019an da weşandibû.