Haydar Şahin
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 11 Nîsan 2019
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê hin xwendekarên xwendingeha gundekî di çarçoveya projeya "Navenda Ciwaniyê ya Mobîl" da li pîsta firokeyan a li Tabura Hidûd a Daxlicayê bi eskeran ra spor kirin û lîstin.
Di çarçoveya projeya "Navenda Ciwaniyê ya Mobîl" a Navenda Ciwaniyê ya Yuksekovayê bi piştgiriya "Bernameya Piştgiriya Projeyên Ciwaniyê" va dimeşîne da xwendekar beşdarî çalakiyên sportîf ên cur bi cur dibin.

Armanca projeyê ew e ku kêmzêde 5 hezar xwendekarên li gund û bajarokan ên nikarin ji çalakiyên civakî îstifade nakin bi wesayîta mobîl va bigihîjin van xizmetan.
Wezifedarên Navenda Ciwaniyê ya Yuksekovayê çûn gundê Daxlicayê yê 55 kîlomêtre li dûrî navendê ye û bi xwendekarên dibistana seretayî û navîn ra hatin ba hev.

Ji ber ku hewşa xwendingehê tune wezifedaran zarok birin pîsta firokeyan a Tabura Hidûd a Daxlicayê û çalakiya xwe li dar xistin.
Li vê derê bi beşdariya 25 xwendekar û eskeran va kişik, golf, voleybol, boks, langirt, dart, tîrkevanî û matrak hatin lîstin.
Wezifedarên navendê di çalakiyê da solên sporê, taximên kişikê û amûrên sporê li 25 xwendekaran belav kirin. Eskeran jî tişt îkramî xwendekaran kirin.

- "Em dîsa bi zaroktiya xwe hisiyan"
Yilmaz Taşelê Berpirsyarê Projeya Navenda Ciwaniyê daxuyanî da nûêçegihanê AAyê û got armanca wan ew e di nav 6 mehan da bigihîjin 5 hezar xwendekarî û hetanî nika li 6 xwendingehan çalakî li dar xistin. Taşel wiha axivî:
"Em li ciyekê girîng in. Li Daxlicaya nêzî sînor in. Ji bo dilê zarokan xweş bikin li vî sînorî ne. Haya me ji hesasiyeta wan heye. Ji ber ku nikarin werin navendê em hatin cem wana. Ji ber ku li vê derê ne em gelekî kêfxweş in."
Hacer Katirciya xwenekar jî diyar kirk u berê qet tevlî çalakiyeke wiha nebibû û wiha pê da çû: "Bi salan e cara ewil e ku ew qasî şa dibin. Em dîsa bi zaroktiya xwe hisiyan. Gubdê me dûrî navenda navçeyê ye. Em nika gelekî kêfxweş in û bextewar in."
Kader Buldana xwendekar jî got li daxlicayê îmkan zêde tunin û wiha axivî: "Min cara ewil tîr avêt, zehf kelecanî bûm. Em dixwazink u bira dîsa çalakiyên wiha werin lidarxistin. Ez ji hemû kesên keda wan tev bûn ra sipas dikim."