14 Gulan 2016•Rojanekirin: 15 Gulan 2016
TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu dê 17ê gulanê roja sêşemê ji parlementerên partiya xwe xatir bixwaze.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin Mustafa Ataşê Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Serokê Teşkîlatê ji parlementeran re nivîsek şand û xwest ku ji bo ku der heqê Kongreya Mezin a Derasayî ya 2yemîn a AK Partiyê îstişareyan bikin parlementer di 17ê gulanê roja sêşemê saet di 13.00an de li Hêwana Konferansê ya Navenda Giştî amade bin.
Piştî ku Serokwezîr Davutoglu biryara di 22yê gulana 2016an de lidarxistina kongreya derasayî eşkere kiribû, piştî civîna MYKyê ya di 5ê gulanê de di 10ê gulanê roja sêşemê Komcivîna TBMMyê ya AK Partiyê nehatibû kirin. Komcivîn dê di 17ê gulanê roja sêşemê jî neyê kirin.