Haydar Şahin
19 Nîsan 2019•Rojanekirin: 20 Nîsan 2019
2 wezîfedarên îstixbaratê yên tê îdiakirin ji bo Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) dixebitin hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da 2 wezîfedarên îstixbaratê yên tê îdiakirin ji bo MYEyê sixuriyê dikin hatin derdestkirin.
Hat ragihandin lêkolîn tê kirin ku gelo têkiliya van kesan bi kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê ji Erebistana Siûd ra heye yan tuneye.
Herdu gumanbarên bi îdiaya ji bo Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb dixebitin hatibûn binçavkirin bo ji ber sûcê sîxuriyê bên girtin sewqî dadgehê kirin.