Nihat Kavşut
15 Adar 2019•Rojanekirin: 17 Adar 2019
Serokê Diyanetê Alî Erbaş: "Îslamofobî rewşeke derîaqil e, sûcekî mezin yê mirovahiyê ye ku di xwe da nijadperestiyê dihewîne."
Erbaşê li Mizgefta Ahmet Hamdî Aksekî xutbeyê da bal kişand ser êrîşên terorê yên ku li Zelandaya Nû dijî du mizgeftan hatin kirin.
Serokê Diyanetê Erbaş destnîşan kir Îslamofobî rewşeke derîaqil e, sûcekî mezin yê mirovahiyê ye ku di xwe da nijadperestiyê dihewîne.
Erbaş bal kişand ser êrîşên terorê yên dijî du mizgeftên li Zelandaya Nû û wiha got: "Ez hemû saziyên civakî yên sivîl û rêxistinên navneteweyî ji bo mijarên mafên mirovan û azadiyên baweriyê ku bi armanca zêdetir însiyatîfê hildin ser xwe, mekanîzmayên siyasî û rêvebir jî ji bo ku rê li nefretkirin û neyartiyê bigirin, tewdîrên ewlehiyê hildin û pêwîstiyên hiqûqî yên hewce dikin bi hesasî bi cih bînin dewet dikim."
Serokê Diyanetê Erbaş got ku divê Misliman di serî da êrîşên dijî mizgeft û tiştên pîroz tên kirin ji bona zor û zehmetiyan û pirsgirêkan çareser bikin yekîtî û hevkariyê zexim bikin û li hember fitne û ficûrê baldar û hişyar bin û di nav yekîtiyê da hereket bikin.