Türkan Tosun
28 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
MELBOURNE
Rêhewaya Zelandaya Nû (Air New Zealand) daxuyand dema balafira ku sefera Tokyo-Aucklandê dikir wê daketa, wesayîteke bêmirov qasî 5 mêtroyan nêzîkî balafirê bû û jiyana 278 rêwî û muretebatan xist talukeyê.
Li gor nûçeya Radyoya Zelandaya Nû Davîd Morganê rêvebirê Rêhewaya Zelandayê daxuyand balafira ku sefera wê NZ92 e û ji Tokyoya paytextê Japonyayê rabû ku here Balafirgeha Aucklandê dema ku daket wesayîteke bêmirov qasî 5 mêtroyan nêzîkî balafirê bû û jiyana 278 rêwî û muretebatan xist talukeyê.
Morgan got pîlotan dema wesayîta bêmirov ferq kirine ew çend mêtro nêzîkî balafirê bûye, ji ber vê talûkeyek çêbûye.
Morgan anî zîman ev kesên ku wesayîtên bêmirov bi kar tînin divê bên cezakirin.
Dîrektorê Esmaniya Sivîl Graeme Harrîs jî piştgirî da vê banga morgan û got ji bo ku gel hişyar bibe ewê li ser medyayê kampanyayekê bidin destpêkirin.
Li gor qanûna Zelandaya Nû kesên ku wesayîtên bêmirov bi kar tînin û qanûnên esmaniya sivîl bin pê dikin heta 5 hezar dolaran (3 hezar 600 dolarê Amerîkayê) bi cezayê pereyan ve tên cezakirin.