ÎSTANBÛL
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di mitînga ku li Maltepe Qada Çalakiyan hat lidarxistin de bi xwendina Sirûda Îstiqlalê dest bi axaftina xwe kir.
Erdogan got ku ez bi dil û can stenboliyan silav dikim û wiha bangî gel kir:
"Îstanbûl, ez hemû navçe, semt, kolan, kûçe, tepe, minare û qubeyên te bi dil û can silav dikim. Ez cardin jî Hizretî Yûşa, Hizretî Eyyubel Ensarî bi hurmet silav dikim. Ez hemû ewliya û alimên Stenbolê bi hurmet silav dikim. Siltanên Stenbolê yên navdar silav dikim. Ez hemû hemşehriyên xwe yên stenbolî silav dikim. Stenbol, îro cardin mohra xwe li dîrokê da. Îro li Aliyê Anodoluyê li Maltepeyê dîrok tê nivîsandin. Hey Îstanbûl tu dîsa dîrokê înşa dikî. Hey Îstanbul heta tu bi sekna xwe ya wiha merdane hebî, xew nakeve çavên zaliman. Tu hêvî yî hey Îstanbûl, tu bajarê Fatîh î, tu şehrê neviyên Fatîh Sultan Mehmed î, tu diyarê şehîdan î."
Em ji vê derê silavê ji zarokên xezeyî re dişînin
Erdogan got ku îro tenê ji bo 10ê tebaxê mitîng nayê kirin, ji Maltepeyê bigre heta Iraqê, Sûriyeyê, Mayanmarê, Somaliyê, Misirê em dibêjin ku "Em li vê derê ne" û wiha dewam kir: "
"Îro ji vir bigre heta Filistînê, Qudsê, Ramallahê, Nablûsê, Erîhayê em dibêjin ku "Birayên we li vir in" Em ji vê derê silavê ji zarokên xezeyî re dişînin. Em silavê ji mezlûm û bêsûcên Xezeyê re dişînin. Em li vê derê ne Xeze. Em bi hêrsa xwe li vê derê ne, em bi dilê xwe yê şewitî ve li vê derê ne. Ya ku destê me nayê em bi zimanê xwe dikin. Ya ku zimanê me jî nayê qet nebe em bi dilê xwe buxz dikin Xeze. Em bi zar û diayên xwe li vê derê ne. Zen neke ku em dûrî te ne. Em li nêzî te ne. Me sed sal berê leşkerê xwe ji Şûcaiyyeyê kişand, lê dilê me li wir e."
Erdogan li ser kuştinên Îsraîlê sekinî û wiha got: "Tu zilm ebedî nîne. Rojekê were dê hesabê zilma xwe bidin. Ev kujerên dergûşan, rêvebiriya Îsraîlê dê wextekê hesabê van kirinên xwe bidin. Di dinyayê de kesên xwedîwijdan piştgiriya Filistîn û Xezeyê dikin û hemû mumînên semîmî li cem Xezeyê ne."
Serokwezîr Erdogan li ser rojnamegerên ku di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin û birîndarkirin jî sekinî û wiha got: "Heta niha li Filistînê 10 rojnameger mirin. Du caran êrîşî buraya me ya Anadolu Agency ya Xezeyê hat kirin, rojnameger birîndar bûn. Ka dinya hîç bertekê nîşan dide? Hey çapemeniya navneteweyî, hey rêxistinên çapemeniyê? Hûn ji bo Tirkiyeyê ji sûcdarên terorê re dibêjin "rojnameger girtî ne", hûn çima rojnamegerên ki li Filistînê dimirin nabînin?"
Erdogan got "Ez îro ji Stenbolê xatir naxwazim. Ez îro ji we xatir naxwazim. Ku Xwedê bibêje erê, ez dixwazim ku li vî bajarê ku lê bûm wefat bikim, qet nebe li vî bajarî bêm definkirin. wesyeta min a herî mezin ev e."