Türkan Tosun
08 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2021
Balyozê Enqereyê yê Çînê Lîu Şaobîn Midûriyeta Giştî ya Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir.
Di ziyaretê da Serdar Karagozê Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya AAyê û Yusuf Ozhanê Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî mazûvaniya Lîu kirin.
Karagoz got ji ber ku wan mazûvaniya Lîu kir ew gelekî kêfxweş bûn û der barê sazîbûna xeberan a kurewî û xebatên AAyê da agahî da.
Midûr Karagoz anî ziman armanca AAyê ew e ku di qada kurewî da bibe ajanseke nûçeyan ya reqabetê dike û ji bo bikaranîna nûçeyên AAyê di medyaya dinyayê da zêde bibe jî ew dixebitin.
Karagoz daxuyand di Akademiya Nûçeyan ya di bin banê AAyê da divê rojnamevanên Çînî jî cih bigirin.
Karagoz behsa Îstanbul Photo Awardsê jî kir û got ji Çînê jî însan beşdarî pêşbirkê dibin û wiha dewam kir: "Armanca me ew e ku Îstanbul Photo Awards bibe pêşbirka wêneyên nûçeyan ya herî baş. Nûçegihanên wêneyan gelekî rêzê nîşanî vê pêşbirkê didin."
Karagoz destnîşan kir ji bo têkiliyên di navbera Tirkiye û Çînê da pêşva here çi dikeve li ser milê AAyê ewê bike û ji bo xebatên nûçegihanên AAyê yên li Çînê jî piştgirî xwest.