Nihat Kavşut
08 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2021
Sanjay Kumar Pandayê Balyozê Enqereyê yê Hindistanê Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir û Serdar Karagozê Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê û Yusuf Ozhanê Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û Rêvebirê Weşana Giştî ew ezimand.
Karagoz diyar kir ku ew kêfxweş in ku mazûvaniya Panda dikin û der heqê sazûmaniya nûçeyan a kurewî ya AAyê û xebatên wê da agahî da.
Pandayê Balyoz jî diyar kir ku ji bo xurtbûna têkiliyên herdu welatan AA di serî da medya girîng e.