ANKARA
Anadolu Agency (AA) di çarçoveya sala xwe ya 100emîn de ji bo ku rê li ber wêneyên wê yên bêdestûr tên bikaranîn bigre û rêjeya wan a bikaranînê jî diyar bike Sîstema Teqîpkirina Wêneyan dike rewacê.
AAyê di rojên borî de jî ji bo nûçe û dîmenên ku Anadolu Agency (AA) bi 6 zimanan dide Sîstema Teqîpkirina Nûçeyan (NTS- News Tracking System) kiribû rewacê. Vê pergala di rewacê de nûçe û dîmenên ku ji aliyê çapemeniyê ve hatine bikaranîn tespît dike û wek rapor pêşkêşî rayedaran dike. Ev sîstem ji aliyê şaxa AR-GEyê ya AAyê ve hatibû amadekirin.
Bi saya sîstema teqîpkirinê, nûçeyên AAyê yên ku di malperên înternetê de, di rojname, televizyon û malperan din de hatine weşandin tên tespîtkirin. Rojê 300 rojname û 50 hezar malperên înternetê di bin kontrola vê pergalê de derbas dibin û ev rewş bênavber didome. Rapor tên amadekirin û ew kesên ku bêdestûr dîmen û nûçeyên AAyê bi kar tînin tên tespîtkirin û der barê wan de kiryariyên hiqûqî dest pê dike.
Ji bo bikaranîna wêneyên AAyê jî heman pergal ket rewacê û sîstem rojê nêzî 2 milyon wêneyan teqîp dike û yên ku aîdê AAyê ne tespît dike. Ew tespît jî wek ropar tên ber destê rayedarên AAyê. Di dema tespîtkirina de him rêjeyên bikaranîna wêneyên AAyê û him jî wêneyên wê yên ku bê destûr hatibin bikaranîn diyar dibe.
Şaxa hiqûqê ya AAyê jî wêneyên ku bê destûr ji aliyê sazî û kesan ve hatine bikaranîn bi saya raporên Sîstema Teqîpkirina Wêneyên dihese û li gor wan raporan kiryariyên hiqûqî dide destpêkirin.
Anadolu Agency ji bo ku ked û xebatên wê bê destûr neyên bikaranîn xebatên xwe yên di vê mijarê de bênavber didomine.