Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya AAyê Kemal Ozturk di "Hevcivînên Medyayê yên li Amerîkaya Bakur" ya ku li New Yorkê hate lidarxistin de axivî. Ozturk diyar kir ku AA di her du salên dawîn de 5 qat mezin bû û li gor armancên xwe yên Vîzyona sala 100emîn bi gavên, bi xwe bawer dimeşe û got: "Em ê li Erbîl û Kerkukê jî ofîsan vekin."
Midûriyeta Giştî ya Enformasyon, Weşan û Çapemeniyê li New Yorka Amerîkayê ji bo xebatkarên saziyên medyaya tirk yên ku li Amerîkaya Başûr dixebitin çalakiyek li dar xistin. Gelek mêvan beşdarî çalakiya bi navê "Hevcivînên Medyayê yên li Amerîkaya Başûr" bûn. Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, Balyozê Tirkiyeyê yê Washingtonê Namik Tan, Serkonsolosê New Yorkê Levent Bîlgen, Midûrê Giştî yê Enformasyon, Weşan û Çapemeniyê Murat Karakaya, Koordînatorê Dîplomasiya Kamûyê Cemalettîn Haşîmî, Endamê Lijneya Revebiriya AAyê Nîhat Erdogmuş, Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û Revebirê Weşana Giştî Omer Ekşî, Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Çagatay Çulcuoglu, Revebirê Weşanê Nûçeyên Tirkiyeyê Ertugrul Cîngîl û mêvanên din beşdarî çalakiyê bûn.
Midûrê Giştî Ozturk li vir behsa xebatên AAyê yên rojên dawîn û armancên AAyê kir û wiha axivî: "Du sal berê Birêz Serokwezîrê me û Birêz Alîkarê Serokwezîrê me gazî min kirin û wiha gotin; 'Em ajanseke li gor navê Tirkiyeyê dixwazin. Yanî li gor felsefeya sazkirina vê ajansê, ajanseke ku me dinyayê bide nasîn em dixwazin. Çi hewce bike em amade ne ku alîkariyê bikin."
Ozturk diyar kir ku ji 2011an pê ve xebatên AAyê pêşketin û wiha behsa van xebatan kir: "Di sala 2011an de me bi 600 nûçeyan dest bi xebatê kiribû lê niha rojê em 1500 nûçeyan diweşînin. Me bi 600 wêneyan ve dest pê kiribû, niha em 1200 wêneyan diweşînîn. Me bi zimanekî weşan dikir, lê niha em bi 6 zimanan weşanê dikin û hejmara xebatkarên me gîhîşte 1250yan. Yanî ajansa me di nav du salan de hema hema 5 qat mezin bû. Niha em bi weşanên xwe ve heke di dinyayê de rêzkirinekê bikin Anadolu Agency di nav 10 ajansên dinyayê yên sereke de cih digre."
- "Servîsa erebî ya herî xurt a dinyayê"
Ozturk got ku li gor Vîzyona AAyê ya sala 100emîn armanc danine li ber xwe û di sala 2020an de cihê ku dê bigîhîjîn diyar kirine û wiha axivî: "Heke di dinyayê de 5 heb ajansên mezin hebin dê ji wan yek jî teqez Anadolu Agency be. Me ev projeya xwe pêşkeşî hikûmetê kir. Hikûmetê ji bo vê ji hêla aborî û siyasî ve gelek alîkariya me kir. Em sipasiya wan dikin. Bi taybetî jî em dê alîkariyên Birêz Bulent Arinç li her derê bi xêr û xweşî bi bîr bînin."
Ozturk got: "Li Kahîreyê me ofîseke ku 50 xebatkar dikarin li wir bixebitin vekir. Em bi vê ofîsa xwe hemû herêmê bi rê ve dibin. Em îdia dikin ku di dinyayê de ji hêla erebî de ajansa me xwedî beşa erebî ya herî xurt e."
-Li Kerkukê jî dê ofîseke me vebe"
Ozturk got ku di meha îlonê de beşa kurdî ya AAyê dest bi weşana xwe kir û diyar kir ku bi beşdariya Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç dê li Hewlêrê ofîseke mezin vekin. Ozturk wiha axivî: "Kerkuk jî ji bo me cihekî girîng e, înşallah em dê vê ofîsa xwe ya li Kerkukê jî di heman rojê de vekin."