AA di çarçoveya vîzyona sala 100emîn de roj bi roj jimara aboneyên xwe zêde dike. AA di bin banê Dîrektoriya Afrîka û Rojhilata Navîn de bandora xwe dide hîs kirin. AA di 1ê Îlona 2013an de bi kurmancî û soraniya zaravayên kurdî dest bi weşanê kir û li bajarên girîng yên herêmê yên wekî Hewlêr, Silêymanî û Kerkukê ofîs vekirin. AAyê bi qasî 4 mehan nûçeyên xwe bê pere serwîs kirin û di kanûna paşîn a 2014an de jî ji bo saziyên çapemeniyê yên li herêmê heyama abonetiyê dest pê kir. AA rûdanên Tirkiye û çar aliyên cîhanê bi wêne û dîmen, bi awayekî bojektîf û lezgîn pêşkeşî saziyên çapemeniyê dike. AA bi van taybetiyên xwe di demek kurt de bû yek ji çavkaniyên nivîskî, dîtbarî û malperan a li Herêma Kurdistanê. Anadolu Agencyê herî dawî bi qenalên sereke yên herêmê yên wekî KNN, NRT, Kerkuk TV û Kovara Cîvîlê re peyman îmze kir û bi vî awayî jimara aboneyên xwe derxist 10an.
- "Nûçeyên AAyê hêza KNNê zêde kir"
Midûrê Giştî yê televîzyona KNNê ya ku navneda wê li Silêymaniyê ye Hoşyar Ebdûllah ji bo weşana AAyê ya bi du zaravayên kurdî, kêfxweşiya xwe anî zimên. Ebdûllah diyar kir nûçeyên ku AA serwîs dike hêza KNNê zêde dike û wiha axivî: "Ez dixwazim diyar bikim ku em gelekî girîngî didin weşana nûçe, wêne û dîmenan yên ku bi awayekî objektîf tê kirin. Em Tirkiyeyê û herêmê ji çavkaniya wê dişopînin, ev yek jî hêza me zêde dike."
- "Anadolu Agncyê şoreşek kir"
Midûra Têkiliyên bi Gel re ya televîzyona NRTê Hîva Şêx Nûrî jî diyar kir ku Anadolu Agencyê wek çand û erdnîgarî nêzê xwe dibînin û wiha axivî: "Anadolu Agencyê ku bi zimanên herêmî weşanê dike, şoreşek kir. Em hewce bûn ku rûdanên li herêm û cîhanê ragihînin temaşevanên xwe, di vê warê de AAyê hewceyiyeke me ya mezin pêk anî. "
Berpirsyarê Weşana Giştî yê Kerkuk TVyê nizar khasraw jî diyar kir ku di heyam abonetiya bê pere de ferq kirin ku nûçe û dîmenên AAyê bi qalîte ne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em niha bi kêfxweşî bûn aboneyê ajansê. Ji ber ku em ji materyalên nivîskî û dîtbarî yên ku AA weşana wan dike, gelekî sûd werdigirin. Em netê Tirkiyeyê rûdanên li cîhanê jî ji AAyê dişopînin. Di ser de jî hewce nake ku em van nûçeyan wergerînin. AA jixwe weşana soranî dike."
Berpirsyarê Weşana Giştî yê kovara Cîvîlê Bestûn Nûrî jî diyar kir ku ji ber xebatên wê AAyê pîroz dike û nûçe û wêneyên wê bi kêfxweşiyeke mezin bi kar tînin.
Berê jî qenalên televîzyonê yên ku li herêmê weşanê dikin, yên wekî Payam, Gelî Kurdistan, Kurdistan TV û Kurdistan Nwe û Rojnameya Basnewsê bibûn aboneyê Anadolu Agencyê.