İbrahim Atmaca
18 Sibat 2020•Rojanekirin: 18 Sibat 2020
Serlêdanên Îstanbul Photo Awards 2020ê ya pêşbirka fotografên nûçeyan a navneteweyî ku îsal ji aliyê Ajansa Anadoluyê (AA) va cara 6emîn tê lidarxistin, kuta bû.
Her sal ji 100î zêdetir welatan wênekêş beşdarî pêşbaziyê dibin. Serlêdanan di 1ê mijdarê da dest pê kir û di 15ê sibatê da kuta bû.
Digel saziyên çapemeniyê, gelek nûçegihanên serbest jî eleqe nîşanî pêşbaziyê da û îsal ji 10 hezarî zêdetir wêne ji pêşbaziyê ra hatin şandin.
Pêşbirk di kategoriyên "Nûçeya Kit", "Nûçeya Serî", "Spora Kit" û "Spora Serî" da hat lidarxistin. Ji Parîsê heta Sîneyê, ji Hong Kongê heta Sûriyeyê ji tevahiya dinyayê wêneyên bûyerên girîng ên salê ji pêşbaziyê ra hatin şandin.
Juriya navneteweyî ji kesên bi prestîj ên alema fotografêran pêk tê û wê di meha adarê da li Tirkiyeyê bicive û fotografên serkeftî kifş bike.
Di juriya îsal da nûçegihanê fotoyê Yuri Kozyrevê endamê Ajansa NOORê, Gerînendeya Giştî ya Weşana Parîs Match Digitalê Marion Mertens, nûçegihanê fotoyê û şêwirmendê medyaya dîtbarî Georges De Keerle, Dîrektorê Geşepêdana Kargêriyê û Belavkirina Fotoyan ê AFPê Michel Scotto, nûçegihana fotoyê û nivîser Deborah Copaken, nûçegihanê fotoyê Ahmet Sel, Cameron Spencerê sernûçegihanê fotoyê yê sporê Getty Imagesê, Gerînendeyê Weşanên Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Hasan Oymez û Edîtorê Fotoyan ê AAyê Firat Yurdakul cî digirin.
Xelata mezin a pêşbirkê wê bidin fotoya yekemîn a kategoriya nûçeya kit a "Fotoyê Salê". Nûçegihanê ku wêne kişandiye wê 8 hezar dolar xelata pere qezenc bike. Ji bo yekemînên her kategoriyê her yekî 5 hezar, ji bo duyemînan her yekî sê hezar, ji bo sêyemînan jî her yekî hezar û 500 dolar pere wê wek xelat were dayîn.