SÎÎRT
Parlamenterê Sîîrtê yê AK Partiyê Osman Oren di ofîsa xwe de civîneke çapemeniyê li dar xist û dest nîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê de semîmî ne.
Oren da zanîn ku ji sedî 99ê gelê herêmê piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê û wiha dewam kir: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan rûdanên baş pêk tên. Ji wan yek jî, destpêkirina weşana kurdî ya AAyê ye. Ev gaveke girîng e. Gelê herêmê bi salen e nediwêra bi zimanê xwe biaxive. Lê êdî her tişt guherî. Bestekên demokratîkbûnê tên amadekirin. Hinek ji wan pêşketinan dikevin fikarê û dibêjin "Gelo em ê çi bikin?" Ji ber vê jî êrîşan didin ser înşaetên qereqol û bendavan. Lê baş dizanin ku êdî ji vir heta Stenbolê li tu qereqolan lêgerîn û rawestandin nayê kirin. Divê her kes wana bibîne."