Îstanbul, wê 9-10 îlona 2013an de mazuvaniya Konferansa Fînans û Aboriyê ya Îslamî ya Navneteweyî (Ninth International Conference on Islamic Economics and Finance) bike. Wê di 11-12 îlona 2013an de jî mazuvaniya Foruma Pergalên Fînansê yên Navneteweyî (International Forum on Financial Systems-IFFS) bike. Anadolu Agency, wê sponsoriya van her du organîzasyonan jî bike.
Entellektuelên dinyayê ji bo nîqaşkirina paşeroja pergala fînansê ya dinyayê li Îstanbulê dicivin.
Konferans wê bi hevkariya SESRIC, Enstîtuya Lêkolîn û Perwerdeya Îslamî ku girêdayî Koma Bankaya Pêşketinê ya Îslamî ye, Fakulteya Xebatên Îslamî ya Qatarê û Komeleya Aboriya Navneteweyî ya Îslamî dê were lidarxistin û tê payîn ku him ji nav welat him jî ji derveyî welat zêdeyî sedî akademîsyen beşdar bibin.
Forum jî wê bi hevkariya Navenda Îstatîstîk, Aborî, Lêkolînên Civakî û Perwerdeyê ya Welatên Îsalmî (SESRIC),Yekîtiya Bankayên Hevpariyê ya Tirkiyê, Borsaya Îstanbulê, Koma Bankaya Pêşketinê ya Îslamî û Komeleya Karsaz û Pîşesazên Mustaîl (MUSÎAD) wê were lidarxistin.
Ji welatên dinyayê gelek akademîsyen, sîyasetmedar, aborînas wê bi vê forumê li Îstanbulê bicivin.
Tê payîn ku axaftina destpêkê ji aliyê Serokomar Abdullah Gul ve were kirin û Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan jî di forumê de biaxive.
Der barê forumê de bi awayekî berfireh mirov dikare li ser vê navnîşanê agahiyan bistîne: "IFFS.sesric.org"