İbrahim Atmaca
19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 20 Nîsan 2018
CAPE CANAVERAL/ANKARA
Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) TESSa peyka keşfê ya gerstêrkên derveyî pergala tavê hilpekande fezayê.
Li gor daxuyaniya ku ji NASAyê hat dayîn, TESSa Peyka Lêkolînê ya Gerstêrkên Derveyî Pergala Tavê ku Derbas Dibe duh li gor saeta herêmî di 19.53an da ji Baregeha Fezayê ya Cape Canaveralê ya li eyaleta Florîdayê ber bi fezayê va hat hilpekandin.
Peyk bi roketa Falcon 9ê ku SpaceXê çêkir va hat hilpekandin. Tê payîn ku peyk di nav çend hefteyên pêşiya me da bigihêje Hîvê. Peyk wê bi hêza kişandina Hîvê li ser rêgeha Dinyayê bi cih bibe. Piştî kontrol û testên ku wê 60 rojî bidomin, wê di 13ê tîrmehê da li ser rêgehê dest bi rêwitiya keşfê bike.
Mebesta pisporên NASAyê ew e ku bi 4 kamerayên TESSê va wek 26 herêman nexşeya fezayê çêkin.