İbrahim Atmaca
19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
ASTANA
Rûsyayê ji baregeha fezayê ya Baykonurê ya li Kazakistanê peyka eskerî hilpekand.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hat dayîn, peyka eskerî li gor saeta Moskovayê 01.12an da bi roketa Proton-Myê va ji baregeha fezayê ya Baykonurê bi serkeftî hat hilpekandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku peyk ji bo berjewendiyên Wezareta Parastinê hat hilpekandin û hat gotin ku roket bi fermandeya Alîkarê Fermandarê Hêzên Hewa û Fezayê ya Rûsyayê Aleksandr Golovko ji Baykonurê hat hilpekandin.