BARGEHA HÊZÊN HEWAYÎ YA VANDENBERGÊ
NASAyê pêyka Irîsê bi awayekê serkeftî şand fezayê. Peyk dê cihên rojê yên ku kêm tên naskirin bikole. Peykê bi awayeke awerte şandin fezayê. Ewil balafira ku peyk û roketa Pegasus ya ku dê peykê bibe fezayê tê de ye, ji Navenda Hêzên Hewayî ya Navdenbergê firî. Piştî ku balafir 11 hezar û 887 metro ji erdê bilind bû roketa Pegasusê ya ku peyk tê de ye ber da. Roketa Pegasusê piştî 13 deqîqeyan gihîşt fezayê.