Ekip
11 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
ANKARA
Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê daneyên Hasileya Navwelat a Nesafî yên sêyemîn çaryeka salê tîrmeh-îlonê eşkere kirin.
Li gor vê di sêyemîn çarçeya îsal de Aboriya Tirkiyeyê li gor heman çaryeka par ji sedî 11,1 zêde bû.
Sektora çandiniyê ji sedî 2,8, pîşesazî ji sedî 14,8, Înşeat ji sedî 18,7 zêde bû. Sektora xizmetan ku ji ticaret, gihandin, bicihbûn, xwarin û hwd. pêk tê jî ji sedî 20 zêde bû.
Texmînên li ser vê yekê ji sedî 9,2 bûn.
Li gor Bernameya Nêvmawe dê sala 2017an mezinbûn wek ji sedî 5,5 çêbibe.