Murat Aslan
22 Hezîran 2023•Rojanekirin: 23 Hezîran 2023
Lijneya Polîtîkaya Pere ya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê rêjeya faîza îhaleyê ya repoyê ya bi wehdeya hefteyekê (faîza polîtîkayê) 650 baz puan zêde kir û derxist ji sedî 15an.
Di daxuyaniya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê da hat diyarkirin ku Lijneya Polîtîkaya Pere di serokatiya Seroka Bankeya Navendî Hafîze Gaye Erkanê da civiyaye.
Hat diyarkirin ku lijneyê rêjeya faîza polîtîkayê 650 baz puan zêde kir û derxist ji sedî 15an.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin heta ku di enflasyonê da rewşeke baş derkeve holê kîngê û çiqas hewce bike gav bi gav zeftkirina pereyan wê bê kirin.
Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê destnîşan kir lijneyê biryar daye ku pêvajoya zeftkirina pereyan bide destpêkirin.
Di daxuyaiya Bankeya Navendî da hat diyarkirin ku lijne wê li gor çarçoveya heyî ya kêm û zêdeîhtiyadî wê îstiqrara aboriyê ya makro xurt bike û fonksiyona mekanîzmayên piyasayê zêde bike.