18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
MOSKOVA
Hat ragihandin li Rûsyayê rezervasyonên ewil ên ji bo betlaneyê ji sedî 50 ji bo Tirkiyeyê ne.
Yekîtiya Operatorên Gerê ya Rûsyayê (ATOR) daxuyand ku li gor operator û acentayê gerê yên li welêt rezervasyonên ewil ên ji bo betlaneyê ji sedî 50 ji bo Tirkiyeyê hatine kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Turîstên rûs bîrya Tirkiyeyê kirin. Welatî dixwazin ji bihayê kêm feydeyê bibînin. Ji bo Tirkiyeyê herî zêde Alanya, Sîde û Kemer tên tercîhkirin."
Hat gotin ku pereyê Rûsyayê ruble ji ber ku biqîmet bûye û otelên Tirkiyeyê bihayên otelan kêm kirine rûs dixwazin rezervasyonên xwe yên betlaneyê ji bo Tirkiyeyê bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku daxwazên tetîlê yên ji bo Tirkiyeyê li gor 2015an zêde bûye, piştî Tirkiyeyê Yewnanîstan, Îspanya, Bulgarîstan û bajarên Rûsyayê yên din ji sedî 50 hatine tercîhkirin.