Haydar Şahin
08 Sibat 2019•Rojanekirin: 09 Sibat 2019
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 61,22 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 61,66 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 60,62 dolarî kêm bibû. Îro jî warêla petrola brent bi 61,64 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.25an pê va ji sedî 0,07 kêm bû û dakete 61,22 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 52,23 dolarî hat firotin.
Pispor balê dikişînin ser hêdîbûna aboriya Çîn û Ewropayê û nediyariya bazirganiya di navbera Amerîka û Çînê da û dibêjin daxwaza petrolê ya kurewî kêm e.