Amadehiyên ji bo ayîna li Dêra Axdamarê ku dê bi îzina taybet ya Wezareta Tûrîzm û Çandê di 8 îlonê de bê sazkirin, bi dawî bûn.
Şaredarîya Gevaşê ji bo paqijkirina deroxên dêrê, xebatkarên xwe şandin Girava Axdamarê. Ji aliyê din ve, keştîkokên ku dê mêvanan bibin û bînin jî hatin amadekirin.
Ji bo beşdarên ku li derve dê ayînê teqîb bikin jî, li hewşa dêrê kon hatin danîn. Heta dawîya ayînê komên tenduristî, lêgerîn û filitandinê û ewlekariyê jî li giravê dê amade bibin.