MARDÎN
Hat ragihandin ku dê li Ankarayê rojên danasîna Mardînê bên lidarxistin.
Miduriyeta Tûrîzm û Çandê ya Mêrdînê der barê mijarê de li Eywana Civînê ya Walîtiyê civîna agahdarkirinê li dar xist.
Waliyê Mêrdînê Ahmet Cengîz daxuyand ku dê çanda bajêr derxin pêş û bajêr bidin nasîn.
Cengîz da zanîn ku ji bo danasîna Mêrdînê divê hemî kes bixebitin û got: ''Mardîn ji hêla etnîkî û çandê ve modeleke herî pêşveçûyî ye. Divê em vê yekê baş binirxînin. Dê Mardîn bi tûrîzmê geş bibe. Yanî Mardîn ne bi tenê li Tirkiyê, li dinyayê bi dewlemendiya xwe ya çandî ve navdar e.''