Di bin çavdêriya Dozgerê Komarê yê Kerboranê, rêvebirên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Şaxa Mêrdînê û xizmên kesên winda de li Goristana Micir Sefayê ya Şaredariya Kerboranê gorek hat vekirin û parçê hestiyên ku jê derketin hat hildan. Hestî ji Lijneya Tipa Adlî ya Îstanbulê re hat şandin. Hat daxuyandin ku dê parçeyên van hestiyan û DNAyên xizmên Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz bidin ber hev.
Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz di sala 2001an de li Silopiyaya navçeya Şirnexê hatibûn binçavkirin û piştre hat îdiakirin ku ev winda bûne.
Ji aliyê din ve, hat diyarkirin ku hestiyên ji gorê derketin bi cil û berg û di nav betaniyê de hatin dîtin.
Serokê ÎHDê yê Şaxa Mêrdînê Erdal Kuzu li vê derê daxuyanî da rojnamegeran û got em li van gundên ku hatine valakirin li şopên şerê qirêj digerin.