TUNCELÎ
Koroya Zazakî ya zarokan ya ku ji hêla Navenda Çandê ya Ciwanî ya Şaredariya Tunceliyê ve hatiye avakirin, dê meha mijdarê de beşdarî 7 tûrneyên cuda yên Almanyayê bibe.
Koroya Zazakî ya zarokan ya bi navê "Hêviyên Pêşerojê" salek piştî avakirinê albûmeke ku ji 8 stranên zazakî, straneke tirkî, straneke kurmancî û straneke ermenîkî pêk tê derxist.
Serokê Şarederiya Tunceliyê Edîbe Şahîn ragihand ku ev xebata zarokan ya ku bi zimanê xwe dikin pir bi wate ye û wiha got: "Zazakiya li Dersimê ji hêla UNESCOyê ve di nav wan zimanên êdî winda dibin de hat nîşandan. Ev jî tê vê maneyê ku, zarok êdî bi vî zimanî naxivin. Bi alîkariya hunermend Mehmet Alî Gûler û bi piştgiriya xebatkarên navenda ciwaniyê şaredariya me jî koroyeke zarokan ava kir."
Şahîn diyar kir ku zarokan piştî xebateke salekî albûmek derxist û him bi zimanê xwe û him jî bi zimanên din stran gotin. Şahîn wiha dewam kir: "Albûm gelek hat ecibandin. Albûmê him li welêt û him jî li derveyê welêt gelek deng veda. Bi piştgiriya dostên me yên ku li derveyê welêt dijîn zarokên me dê beşdarî tûrneyên li Almanyayê bibin. Li wir dê stranên bi zimanê xwe û him jî stranên bi zimanên din bibêjin. Armanc ew e ku zarok zimanên xwe yên zikmakî hîn bibin û biaxivin. Ez sipasiya her kesê ku ked daye vê projeyê dikim."
Rojan Yorûka ku di koroyê de cih digre jî diyar kir ku dê bi zimanên xwe stranan bibêjin û hewl bidin ku zimanên xwe biparêzin.