Önder Beyter
08 Tebax 2018•Rojanekirin: 09 Tebax 2018
BATMAN
Li Heskîfa navçeya Batmanê, Hemama Artûqiyan a Dîrokî ku hezar û 500 ton giran e, ji gola bendavê bi wesayîta "SPMT" ku 256 tekerên wê hene û xwedî pergala moduler a ku bi xwe xwe didahfîne, birin ciyê wê yê nû. Îja îro jî dest bi xebatê kirin û dê hemamê li ciyê wê yê nû bidin rûniştandin.
Bi merasima ku Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemir jî beşdar bû va ber destê sibê xebata edilandina Hemam Artûqiyan dest pê kir.
Wesayîta SPMT ku ji 256 tekeran pêk tê ji binê hemamê dikişînin derva û şûna wê, kirîkoyan bi cih dikin.
Hemama dîrokî ya hezar û 500 ton giran ku wer tê plankirin, dê di du saetan da li ser kirîkoyan bi cih bikin, dê paşê jî bi xebateke ku dê 6 saetan biajo li ciyê wê yê nû bidin rûniştandin.
Hat ragihandin ku xebata veguhastina hemamê bi 37 milyon lireyî li ser dewletê bû mal.